Kurdistan
Li bajarê Qersê li navça Qaxizmanê baran û teyrok bûn sedema rabûna lehiyê
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li herêma Serhedê li bajarê Qersê li navça Qaxizmanê barîna baranê û teyrokê bû sedema rabûna lehiyê, kolan tije av bûn û hetta ava lehiyê ket heya nava malan.
Li ser rabûna lehiyê qeymeqamê navça Qaxizmanê Okan Daştan xebatê da destpêkirin ji bo rêyên navbera bajarên Qersê û Ixdirê nên girtin.