TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Semsûrê di qezayê de kesekî mir û 3 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 04 adar 2025 00:37

PeyamaKurd – Li Semsûrê li navça Gölbaşiyê qezakî trafîkê çêbû û di qezayê de otomobîlekî wergeriya. Di qezayê de kesekî can da û 3 kes birîndar bûn.

Qeza, li navça Gölbaşiyê li gundê Çelikê çêbû. Di qezayê de desthilat ji destê ajotvan derket û Baran Kaya yê di otomobîlê de mir.  Nazım Kaya (24), Gaffar kaya û Mehmet Kaya birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Gölbaşıyê. Baran Kaya yê ku can da, birin morga nexweşxana dewletê ya Gölbaşıyê.

Parve bike: