TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Semsûrê rêyên gelek jîngehan ji berfê hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2022 04:43

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê rêyên ku gelek bajar û navçeyan bi hev re girêdidin, ji berfê û bamiştê hatin girtin. Rêyên Semsûr-Çelîkxan, Çelîkxan Meletî, Semsûr-Riha, Sincik-Meletî, Semsûr-Gerger, Besnî-Hamziyan û Golbaşi-Pazarcikê bi temamî ji berfê hatin girtin. Qaliniya berfê ji 30 cm. an derbas kir.

Ji bo erebeyên di rê de mane rizgar bikin û rêyan ji berfê paqij bikin, xebatên rêxistina rêyên bejayiyê dewam dikin.

Parve bike: