TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Sirnexê operasyona PKK ê hat kirin

Admin M
Nivîskar
📅 19 adar 2019 01:30

PeyamaKurd- Bi sedema ku alîkariya aborî dane rêxistina PKK ê, li bajarê Şirnexê 8 kes hatibûn binçavkirin lê ji wana 6 kesan şandin zîndanê. Biryar ji aliyê dadgeha sulh-cezayê de ya navçeya Beytuşebabê de hat dayîn. Gumanbar di 15 ê adarê de hatibûn binçavkirin û wan derxistin dadgehê.

3 roj berê tîmên asayîşê van 8 kesan bi sedema ku bi miqdarê 1 mîlyon û 365 hezar perê Tirkiyê bo PKKê civandine hatibûn girtin. 2 kesên ku hatin berdan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Parve bike: