Kurdistan
Li bajarekî Bakurê Kurdistanê hemû nexwesên korona bas bûn û ti haletên din neman
PeyamaKurd – Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê 8 nexweşên vîrusa korona Covid-19 baş bûn û ti kesekî din ê bi wê nexweşiyê li bajêr nema.
Hat ragihandin piştî başbûna 7 nexweşan, nexweşekî din jî baş bû ku ew kesê dawî yê testa wî ya koronayê pozîtîf derketibû.
Parêzgariya Dersîmê ragihand, ku bi başbûna kesê dawî yê bi nexweşiya Covid-19 re li bajêr ti nexweşekî koronayê nema.
Hat diyarkirin ku kesê dawî ji nexweşiyê baş bûye kesekî bi navê E.D yê 27 salî bûye.