TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarên Çewlig û Mûsê erdhej çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 25 sibat 2021 20:44

PeyamaKurd – Li bajarê Çewligê û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê îro Pêncşemê bi hêza pileya 4.1 a rîxterê erdhejek rû da.

Saziya Rewşên Lezgîn û Afatan a Tirkiyê AFADê ragihand ku li bajarê Çewlikê erdhejeke bi pileya 4.1 rû daye ku navenda erdhejê navçeya Karliova ye.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandillî ya Lêkolîna Erdhejan jî navenda erdhejê wekî navçeya Varto ya bajarê Mûşê tomar kir û pileya wê jî wek 4.2 eşkere kir.

Hat ragihandin ku erdhej li demjimêr 12.48an di kûrahiya 6.96 kîlometreyan de çêbûye û li bajarê Mûşê û çend bajarên din ên cîran jî hest pê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyan erdhej bûye sedema panîkê lê ti ziyanek nehatiye tomarkirin.

Parve bike: