TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bakurê Kurdistanê 37 kes bi pêlkirina wesayîtên polîsan hatine kustin

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2019 17:58

PeyamaKurd – Du roj berê (27 Kanûn 2019) li Diyarbekirê Kurdekî bi navê Cîhan Can (Endezyar- 33 salî) di encama pêlkirina wesayîta zirpoşî ya polîsan de, can da.

Li gorî amarên dawî, di nav 10 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê, di encama pêlkirina wesayîtên polîs û leşkeran de, tevî bûyera dawî ya Amedê 37 kes hatine kuştin.

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan di raporekê de ragihand ku di 10 salên dawî de otomobîlên zirxpoş ên ‎polîsan herî kêm li 63 kesan dane  û di van bûyeran de, 16 jê zarok, 6 jin bi giştî 36 welatiyan can dane. Doz an lêpirsînên ku ji ber van bûyeran li ser polîs an leşkeran hatine vekirin jî yan bi ‎bêtaqîbî yan jî bi cezayên kêm hatine nixumandin.‎

Di raporê de li ser bûyerên pêlktirina welatiyan ev zanyarî hatine dayîn:

  • Li navçeya Rezan a Amedê 6ê Hezîrana 2018ê otomobîla polîsan TOMAyê li Mehmet Tektekî da û canê ‎xwe ji dest da. 15 meh piştre 11ê Îlona 2019ê li ser heman cadeyê otomobîla zirxpoş a polîsan li Efe ‎Tektekî yê 5 salî neviyê Mehmet Tektekî da û wî jî canê xwe ji dest da.‎
  • Li Taxa Karşiyaka ya qezaya Silopî ser bi Şirnexê 9ê Cotmehê li keviya rê otomobîla zirxpoş a polîsan li ‎Hamza Ogdemê 7 salî da û lingê wî yê rastê şikest. Polîsê şofêrê zirxpoşa ku li Ogdem da reviya û heta ‎niha nehatiye dîtin.‎
  • Sala 2017ê li qezaya Licê ya Amedê, otomobîla zirxpoş li otomobîleke sivîl da û di encam de Fikri ‎Demirbaş (53) û dayîka wî Zeynep Demirbaş (76), Mahmut Oner (74), Mevlût Dagtaş (64) û Abdulhamit ‎Dagtaş (63) canê xwe ji dest dan. Ser vê bûyerê jî hat girtin û Dozgeriya Komarê ya Licê şofêrê ‎otomobîlê Fikri Demirbaş biqisur dît.‎
  • Li qezaya Kerboran a Mêrdînê, 22ê Nîsana 2018an otomobîla zirxpoş a polîsan dema paşve dihat li ‎Suphiye Yakut a 51 salî da û birîndar bû. Yakut ji lingê xwe seqet bû. Ji ber delîlên kêm û hincetên cuda ‎ser vê bûyerê jî hat girtin.‎
  • Li Silopiya Şirnexê 3ê Gulana 2017an panzera polîsan ket malekê û Muhammed (7) û Furkan Yildirimê ‎‎(6) birayên hev di bin de man û canê xwe ji dest dan. Doza ku derbarê polîsên bi navê O.Y û M.M de ‎hatibû vekirin, 19ê Hezîrana 2019ê bidawî bû. Dadgehê 2 sal û 1 meh cezayê girtîgehê veguhert ‎pereyan û cezayê 19 hezar lîreyên Tirkî li M.O birî. Polîsê bi navê M.M jî bêtawan hat dîtin.‎
  • ‎14ê Hezîrana 2017an li Licêya Amedê li ser Cadeya Mûmîn Axa ber avahiya PTTê Çawîşê Pispor S.K. bi ‎otomobîla Kirpi li Pakize Hazar da û wê jî canê xwe ji dest da. 8ê Gulanê doza derbarê çawîşê pispor de ‎bidawî bû. Dadgehê destpêkê 3 sal ceza dan û piştre bi hincetên cuda daxist 2 sal û 6 mehan.‎
Parve bike: