TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê bi sedan rê hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 28 berfanbar 2019 00:53

PeyamaKurd - Li bajarên bakurê Kurdistanê ji ber barîna zêde ya berfê rêyên bi sedan gund û mezrayan ji çûnehatê re hatin girtin û gelek wesayît û rêwî di rêyan de asê man.

Ji ber barîna zêde ya berfê bajarên bakurê Kurdistanê Dersim, Colemêrg û Şirnexê rêyên bi sedan gund û mezrayan ji çûnûhatinê re hatin girtin. 

Li Dêrsimê ji doh êvarê ve berfê dest pê kir û rêya 161 gundan ji çûnehatê re hat girtin ku tîmên hawarçûna berfê û vekirina rêyan li ser vekirina wan rêyan dixebitin.  

Berfê doh li navenda Şirnex û navçeyên Elkê û Qilebanê jî dest pê kir û bû sedema girtina rêya gundan. Li Elkê rêya 16 gund û 4 mezrayan û li Qilebanê jî rêya gundekî ji çûnehatê re hat girtin.  

Dîsa li gund û mezrayên girêdayî navenda bajarê Colemêrgê û navçeyên wê jî ji ber barîna berfa zêde gelek rêyên gundan hatine girtin.

Parve bike: