Li Bakurê Kurdistanê rêyên 472 deveran hatin girtin
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê zivistan û berfbarîn bandorê li çûnûhatina rêyên sere û gundewaran dike.
Bi taybet li bajraên serhedê yên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê bandora berfê û bagerê zêde çûbûye û heta niha li gorî zanyariyan, rêyên 472 deveran ji çûnûhatinê re hatine girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandiye ku rêyên 272 cih û waran ji ber berfê û bagerê hatine girtin.
Li Colemêrgê jî Îdareya Taybet a Bajêr eşkere kir, berfê rêya 32 gund û 112 mezreyan girtiye.
Rêveberiya Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajarê Bedlîsê diyar kiriye ku berfê rêya15 gundan girtiye.
Herwiha li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê li bajêr berfê rêyên 41 gund û navçeyêan hatine girtin.
Hate ragihandin ku Tîmên şaredariyan û Îdareyên Taybet ji bo vekirina wan rêyan xebatên xwe didomînin.