Kurdistan
Li Bakurê Kurdistanê rêyên 914 navçe û gundan vebûn
PeyamaKurd – Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfa zêde û rewşa xirab a zivistanê rêyên bi hezaran navçe û gundan hatibûn girtin.
Hat ragihandin ku li bajarê Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê piştî xebatên şaredariyan rêyên 914 navçe û gundan hatin vekirin û ji çûnûhatinê re vebûn.
Li gorî zanyariyên parêzgariyên wan bajaran hîn xebatên vekirina rêyan berdewam dikin ku hê jî rêyên hejmarek gundan venebûne.