Kurdistan
Li bakurê Kurdistanê Zivîstana dijwar: Gelek rê hatin girtin...
PeyamaKurd - Li bajarên Wan, Bedlîs û Colemêrgê yên bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna barîna baran û berfê bi sedan rêyên gundan hatin girtin.
Li gor zanyariyan, li bajarên Wan, Bedlîs û Colemêrgê ji ber girtina rêyan agahî ji 104 niştîngehên wekî bajarok û gundan nayê standin.
Li Wanê rêyên 57 mehele û mezreyan, li navçeya Motkê ya Bedlîsê ji ber lehiyê rêyên 39 gund û mezreyan û li Wanê jî rêyên 2 gund û mezreyan ji ber berfa zêde hatin girtin.
Xebatên şaredariyan ên bo vekirina wan rêyan berdewam in.