Kurdistan
Li Basûrê Kurdistanê du leskerên din ên tirk hatin kustin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro 27ê Nîsanê ragihandin ku di operasyonên dijî PKKê yên li sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê de, 2 leşkerên wan ên hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê, doh jî ragihandibû ku di encama şer û pevçûnên ligel PKKê û teqîna bombeyan de, efserekî wan hatiye kuştin.
Artêşa Tirkiyê ji roja 23yê Nîsanê ve li nav sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê operasyoneke berfireh li dijî PKKê daye destpêkirin ku hem bi rêya asmanî hem jî bi rêya bejahî êrîşên xwe yên ser binkeyên PKKê berdewam dikin.