Kurdistan
Li Basûrê Kurdistanê leskerekî Tirkiyê can da û 3 birîndar bûn
PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê di operasyona Tirkiyê ya bi navê Operasyona Pençe-Kilit de leşkerê bi navê Selman Güler bi sedema teqîna mayîneka ku bi dest hatibû çêkirin û çandin, teqiya û di encamê de leşkerê piyade yê navborî can da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) mijarê bi awayekî nivîskî ragihand. Wezaret got ku birîndaran birine nexweşxanê ji bo dermankirinê lê behsa navên leşkerên birîndar nekir.