TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê ji malbatên girtiyan 20 kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 nîsan 2019 18:30

PeyamaKurd - Li Batmanê malbatên girtiyan ku xwestin li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar bixin rastî mudaxeleya polîsan hatin û bi kêmî 20 kes hatin binçavkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên xizmên xwe ku ji bo rewşa Abdullah Ocalan dane destpêkirin, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin ûû çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Polîsên li derdora girtîgehê mudaxeleyî çalakiya malbatan kirin û herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. 

Parve bike: