TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê li navça Hezo bavekî 2 zarokên xwe, jina xwe û paşî xwe kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 17:28

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Hezo (Kozluk) bavekî 2 zarokên xwe, jina xwe bi kêrê kuşt û paşî xwe daleqand û xwe jî kuşt.

Li gor ragihandinê; Ali Pınar bi sedemekî nehat zanîn, di malê de aqilê xwe wenda kir. Ji metbexê rakir kêrekî û bi kêrê êrîşî jina xwe û her 2 zarokên xwe kir. Piştî jin û 2 zarokên xwe kuşt, paşî bi benekî xwe daleqand û ew jî mir.

Li ser çûna deng ya xelkê, xeberê dan tîmên 112an û tîma 112an û polîs gihan ciyê bûyerê. Di kontrola her 4 kesan de dîtin ku her 4 kes jî dan dane.

Piştî lêkolîna li ciyê bûyerê, cenazên her 4 kesan birin morga nexweşxanê da otopsiya wan bikin.

Parve bike: