Li bazara Soranê agir bi dikanan ket
PeyamaKurd - Li Sorana ser bi parêzgeha Hewlêrê agir bi bazarê ket û ji ber agir du dikan bi temamî şewitîn.
Qeymeqamê Navçeya Soranê Kirmanc Îzet ragihand ku îro di saet 14:00an de agir bi bazara Soranê ket û ji di encama bûyerê de du dikan bi temamî şewitîn û kelûpelên dikaneke din jî şewitîn.
Kirmanc Îzet herwiha eşkere kir ku di bûyerê de zirar negihiştiye canê ti welatiyekî.
Qeymeqamê Navçeya Soranê Kirmanc Îzet amaje bi wê yekê kir ku “li gor lêkolînên destpêkê agir ji ber elektrîkê derketiye û nêzîkî 12 milyon dînar (10 hezar dolar) zirar gihiştiye xwediyên dikanan.”
Ev duyem şewat e ku roja yekem a Cejna Remezanê li Başûrê Kurdistanê derdikeve. Îro serê sibehê jî agir bi bazara Kurdistan a Hewlêrê ket û ji ber agir zêdetirî 120 dikan şewitîn. Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şiwan Ebdulqadir ji Rûdawê re ragihand ku “sedema agir lîstikên teqînê bûye”