TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bedlîsê tabelayeke din a kurdî hat rakirin

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2019 13:05

PeyamaKurd - Şaredariya AKPî ya Tetwanê ya ku bi rakirina tabelaya ser avahiya şaredariyê ya kurdî hat rojevê niha jî tabelaya kurdî ya li goristanekê rakir.

Şaredariya AKPê ya Tetwanê jî tabelaya şaredariyê ya kurdî rakiribû û bi rakirina tabelaya şaredariyê ketibûn rojevê.

Şaredariya Tetwanê jî herî dawî tabelaya “Qebristana Karşiyaka” ya Goristana Taxa Karşiyakayê rakir û di şûna wê de tabeleya (Her nefis ölümü tadacaktır) ‘Her nefs wê mirinê tam bike’ danî.

Parve bike: