TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ber otogara Efrînê teqîn çêbû

Admin M
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2019 18:47

PeyamaKurd- Li bajarê Efrîna rojava, li ber otogara ku nêzî parêzgehê ye, di mîdîbusekî de teqînek çêbû. Di encamê de 4 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn. Teqîn di dema merasima salvegera yekemîn ya operasyona Tirkiyê bo ser Efrînê de çêbû.

Hêzên asayîşa Efrînê li ser îxbara ku di erbeyekê de teqemenî heye, diçin ciyê erebê û dibînin ku di erebê de teqemenî heye. Hêzên asayîşê wê diteqînin û nahêlin zerar çêbibe lê tam di wê wextê de erbeyeka mîdîbus ji garajê dertê û diteqe. Navbera ciyê teqîna wê û avahiya parêzgehê 500 metreye.

Piştî teqînê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyan û di encamê de 4 kuştî û 11 birîndar li peyteqînê man.

Parve bike: