Li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê çûn û hatin hat qedexekirin!
PeyamaKurd - Li paytexta Iraqê, Bexdayê û bajarên ku ji ber xwepêşandanê aloz bûne, qedexeya derketina derve û çûn û hatinê hat ragihandin.
Encumena Asayişa Niştimanî ya Iraqê, ku bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser rewşa aloz ya Bexda û çend bajarên din yên Iraqê civiyabû, piştî civînê ferman da ji saet 05:00 îro ve li Bexdayê, Nasiriye, Emare, Babil û Necefê derketina derve û hatin-çûn were qedexekirin.
Li gorî agahiyan, îro danê sibê li hinek deverên Bexdayê bi taybet li devera Kesk ya bajêr, dengê fîşek û teqeyan dihat bihîstin.
‘HÊZÊN EWLEKARIYÊ DE AMADEBAŞIYÊ DE NE’
Ji aliyekî din ve, hêzên artêş û polîs jî ketine amadebaşiyê.
Tê gotin ku heta niha di xwepêşandanên Iraqê de herî kêm 12 kes hatine kuştin ku di nav wan de polîsek jî heye.
Xwepêşander daxwaza xizmetguzarî, nehiştina hejariyê ji hikûmeta federal a Iraqê dikin.