Kurdistan
Li Beytusebabê dêra Mor Yuhanna ji bo îbadetê vekirin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Şirnexê li navça Beytuşebabê li gundê Geznaxê (Cevizağaç) dêra bi navê Mor Yuhanna vekirin û tê de dest bi îbadetê kirin. Avakirina dêrê bi xêra kesê bi navê Çelebi Yaramış hat kirin.
Dêra navborî li qûntara Çiyayê Katoyê ye û li ser asasê dêra berê ava bûye. Ji bo destpêkê ayîna olî bi civatkî dest pêkirin. Gundê Geznaxê di salên 1990an de bi sedema bûyerên şiddetê vala bû û niha gelek kes dageriya gundê xwe.
Temamkirina dêrê 4 sal dewam kir. Di merasima vekirina dêrê de şaredarê Beytuşebabê Habip Aşan, metranê dêra Keldaniyên Katolîk yê Tirkiyê Sabri Anar, ji Fransayê 90 kes, gundî û ji navçê gelek kes tevlî merasima vekirinê bûn.