TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bisêriya Batmanê 7 malbat pevçûn: 54 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2022 05:32

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Qubînê an ku Bişêriyê li gundê Cinesker ê (Yontukyazı) 7 malbat bi kevir, dar û sîlihan lihev xistin û di encamê de 54 kes birîndar bûn. Heya niha sedema pevçûna malbatan nayê zanîn.

Li ser pevçûnê tîmên cendirmeyan çûn gund da bûyer mezin nebe. Parêzgeha Batmanê bi nivîskî ragihand ku di pevçûnê de 54 kes birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa 5 kesan girane. 2 kes bi sîlih, 1 bi kêrê û yên din bi kevir û daran birîndar bûne.

Birîndarên ku birine nexweşxanên Batmanê, ji bo bûyer zêde nebe, hêzên asayîşê tedbîran sitendine.

Parve bike: