TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çapaqçûrê qeza çêbû: 1 mirî û 5 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 06 îlon 2020 04:24

PeyamaKurd- Li bajarê Çapaqçûrê li ser rêya bajêr û navçeya Gêncê, du erebe lihev ketin û di encamê de kesekî mir û 5 kes birîndar bûn. Kesa ku li ciyê bûyerê wefat kiriye navê wê Fadile Koşan(39) e. Birîndar 5 kesin lê halê yekî girane.

Kesên ku qezayê dîtin xeberê dan cendirmeyan, tîmên tenduristiyê û îtfaiyê. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxane ya Çapaqçûrê. Cenazê Fadile Koşan birin morga nexweşxanê.

Parve bike: