Kurdistan
Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê, pêla barîna berfê do êvara Sêşemê 12ê Nîsana 2022ê jî berdewam kir.
Li gor zanyariyan, bi taybetî li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan û Çewlîgê berf zêdetir bariya. Li wan parêzgehan ji ber berfê di çûn û hatinê de astengî çêbûn.
Herwiha navçeya Kanîreşê ya ser bi parêzgeha Çewlîgê yek ji wan cihan e ku şeva borî herî zêde berf lê bariya.