TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çermûga Diyarbekirê ser: 3 mirî, 4 birîndar

Admin İ
Edîtor
📅 08 adar 2025 19:07

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di şerê çekdarî de li Gundê Diktolê (Dikyol) navçeya Çermûga Diyarbekirê qewimî 3 kesan canê xwe ji dest da û birîndar hene.

Hat ragihandin ku îro di derdora seat 14.00an de li Gundê Diktolê di navbera malbatên Yaman û Başibuyuk de ji ber sedema erdan şerê çekdarî derket 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

3 kesên canê xwe ji dest dan û birîndar jî piştî alîkariya ewil ji cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê.

Hat gotin ku eskeran li gund tevdîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Parve bike: