TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çewligê erdhej çêbû!

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 îlon 2023 17:30

PeyamaKurd- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Korxolê ya Çewligê erdhej çêbû.

Di daxuyaniya AFADê de hat diyarkirin ku bişev saet di 23:18an de li Korxola Çewliga Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbûye.

Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometir di bin erdê de çêbûye.

Her wiha Rasatxaneya Kandîlliyê jî ragihand ku hêza erdheja navborî 4,0 pile bûye û kûrahiya wê jî wekî 5 kîlometir di bin erdê de hat ragihandin.

Parve bike: