Kurdistan
Li Çewlîgê erdhejeke din çêbû
PeyamaKud– Li bajarê Çewligê ya Bakurê Kurdistanê îro erdhejek din bi hêza 5.6 pileya Rîxterê çêbû.
Saziya AFADê ragihand, erdheja îro li qezaya Kanîreş a Çewlîgê û di saet 09:51 xûlekan de çêbûye û hêza wê erdhejê 5.6 derece bûye.
Derbarê zirarên erdhejê de hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.
Li Çewligê yê Bakurê Kurdistanê, duh danê êvarê erdhejeke dijwar a bi hêza 5.8an rû dabû û wê erdejhê bandor li ser bajarên derdorê jî kir ku bû sedema tirseke mezin.