Kurdistan
Li Çewlikê du erebe li hev ketin û 5 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê li feleka balafirgehê ereba bazirganiyê û otomobîlekî li hev ketin. Ereba bazirganî wergeriya û 5 kes birîndar bûn.
Ji birîndaran 4 kesan bi ambûlansan birin nexweşxanê lê birîndarekî ji ber birîna sivik li ciyê qezayê tedawî kirin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.