TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Cizîrê du bira di çem de xeniqîn

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2020 02:39

PeyamaKurd - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, du birayên bi navên Ahmet û Hakan Ercan di çemê Dîcleyê de xeniqîn. 

Ahmet û Hakanê ji bo betlanê çûbûn Gundê Çemê Badulê, ji bo xwe hênik bikin ketin ava Çemê Dîcleyê. Herdu birayên ku li tenişta Kana Xîzê ketibûn avê, di avê de xaniqîn û winda bûn.

Hat ragihandin ku termê Ahmet Ercan piştî lêgerînan hatiye dîtin, lê cenazeyê Hakan Ercan hîn nehatiye dîtin.

Lêgerîna ji bo dîtina termê Hakan berdewam dike û termê Ahmet Ercan jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Parve bike: