Kurdistan
Li Colemêrgê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê li 5 herêman ji bo 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.
Parêzgeriya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand, li 5 herêmên Colemêrgê ji ber şer û pevçûnan herêmên taybet yên ewlekariyê hatine ragihandin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat gotin; li navçeyên Çelê, Colemêrgê, Şemizînan, Gever û Rûbarokê hinek dever ji bo 15 rojan ji çûnûhatinê re hatine qedexekirin û rê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye, di nav hefteyekê de li heman deveran gerîlayên PKKê çend caran êrîşî ser baregehên leşkerên Tirkiyê kiribûn.