Kurdistan
Li Colemêrgê dema minîbûs li ser rê diçû asît hat xwar
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê bi zêdebûna barîna berfê re metirsiya ji bilindahiyan hatina aşîtan zêde bûye ku sala borî gelek kes di bin aşîtan de mabûn û nehatibûn rizgarkirin. Bûyerek aşîtê îro 18ê Çile li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê rû da û dema minîbusek li ser rê derbas dibû aşît hat xwar ku bi kêliyan ji aşîtê rizgar bû.
Li gorî zanyariyan îro danê sibehê berfeke zêde li dorûbera Çiyayê Sumbil ê Colemêrgê bariya ku bû sedema hatina aşîtê.
Îro Duşemê piştî nîvro bi tesadufî kesekî hatina aşîtê dibîne bi kamereya telefona xwe tomar dike û tam jî di wê kêliya hatina aşîtê de minîbusek li ser rê derbas dibe.
Di dîmenê de xuya dibe, minîbusa ku ber bi Çêlê ve diçe û bi çirkan ji mayîna di bin aşîtê de rizgar dibe.