TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Colemêrgê du gund xistin karantînayê

Admin H
Nivîskar
📅 26 nîsan 2020 12:19

PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê du gundên li ser rêya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê xistin karantînaya koronayê.

Hat ragihandin ku her du gundên girêdayî bajarê Colemêrgê yên Kirikdag û Çanaklî yên li ser rêya Wanê ji ber tesbîtkirina vîrusa koronayê li ser hin hemwelatiyan hatine karantînakirin û çûnûhatina wan hatiye qedexekirin.

Li gorî biryara Parêzgareya Colemêrgê wê her du gund heta 14 rojan di bin karantînayê de bin û cenderme li derketina wan gundan werin bicihkirin.

Parve bike: