TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Colemêrgê TSKê bi helîkopterê gule berdan gundiyan: Zarokek hat kustin

📅 02 tebax 2019 16:39

PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê bakurê Kurdistanê, leşkerên Tirkiyê (TSK) bi helîkopterê gule berdane gundiyên ku qaçaxî dikirin û di encama wê gulebaranê de zarokî 14 salî bi navê Vedat Ekincî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeyên medya tirkî, Leşkerên tirkî li Gundê Çemê Kurk ê bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê, ji helîkopterê gule berdan gundiyên ku li ser sînorî qaçaxî dikirin. Di gulebaran leşkerên tirk de zarokê 14 salî Vedat Ekîncî li cihê bûyerê hat kuştin.

Her wiha di bûyerê de welatiyekî din jî birîndar bû. Cenazeyê Ekîncî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Gundiyê ku hatibû birîndarkirin jî li nexweşxaneyê tê dermakirin.

Walîyê Colemêrgê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û kuştin û birîndarkirina welatiyan piştrast kir û amaje kir ku ji ber ku herêm çiya û çelixt e guleyek pekiyaye û li welatiyekî ketiye û paşê bo Nexweşxaneya Djî wî welatîyî canê xwe ji dest daye.

Parve bike: