Kurdistan
Li Çomanê agir bi daristanê ket
PeyamaKurd- Vê êvarê li devera Çomanê agir bi daristanê ketiye û bi sedema şewat mezine, heya niha agir nehatiye vemirandin. Li gor ragihandina BasNewsê xelkê devera Çomanê bo torên medya civakî wêneyên agir belav kirine û nûçeyê ragihandine.
Bi sedema ku çiyaye, tîmên îtfaiyê nikarin xwe bigihînin ciyê bilind û şewat dewam dike. Çoman ciyeka gelek bi qimete ji ber ku berê baregeha rehmetî Mele Mistefa li wê derê bû, nav û dengê gelek belave bû.