Kurdistan
Li Daqûqê pêsmergeyek û hevjîna wî hatin kustin
PeyamaKurd - Li herêma Heftexar ya bajarê Daqûq yê Herêma Kurdistanê, pêşmergeyek û hevjîna wî di êrişeka çekdarî de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî zanyariyên berdest, duh bi şev pêşmergeyekî û hevjîna wî dema ji Daqûqê vedigeriyan nahiyeya Heftexarê, di rê de rastî êrişa çekdarî hatin û di encama wê êrişê de pêşmerge û hevjîna wî şehîd ketin.
Navê wî pêşmergeyê ku di êrişê de canê xwe ji dest daye, Letîf Mecîd û xelkê gundê Mensûr yê nahiya Heftexar ya Daqûqê bûye.