TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrik a Mêrdînê siloya ku tê de misir ziwa dikin roxiya û kesekî can da

Admin M
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2025 03:27

PeyamaKurd – Li navça Dêrika bi ser bajarê Mêrdînê li gundê Erbetê (Çataltepe) sîloya ku tê de misir ziwa dikin, roxiya û kesê bi navê Gökhan Savucu (27) di bin de ma û can da.

Sedema roxandina sîloyê nehat zanîn lê Gökhan Savucu di bin hesinê sîloyê de ma û can da. Tîmên pêwedîdar çûn ciyê rûdanê û dîtin ku Savucu can daye.

Cenazê wî birin morga nexweşxana dewletê ya Dêrike. Ji ber bûyer bûyerekî dadgehiye, lêpirsîna bûyrê dan destpêkirin.

Parve bike: