TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dêrik a Rojavayê Kurdistanê endamekî PDK-Sê hat girtin: Çarenivîsa wî nediyar e

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2021 20:26

PeyamaKurd - Asayişa bi ser PYDê ve ya li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) girt û niha ew endamê PDK-Sê di destê îstixbarata Rêveberiya Xweser de ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hoşeng Mustefa Simo ji K24ê re ragihandiye, endamê partiya wan Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê li bajarê Dêrikê ji roja 13ê vê mehê ve ji aliyê îstxbarata Rêveberiya Xweser ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Serkirdeyê PDK-Sê gotiye, beriya revandina Feramez hejmarek ji çekdaran êrîşî dukanên mala Hecî Ebdê kiribûn û kamereyên wan biribûn û piştî wê bûyerê rêveberiya li Dêrikê lêborîn xwestibû.

Simo herwiha diyar kir ku ofîsa îstxbaratê li Dêrikê careke din bang li Feramez kiribû ji bo lêpirsînê û ji dîroka 13ê Tîrmehê ve li cem wan e.

Parve bike: