TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dihê qeza çêbû: 2 mirî û 7 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2021 02:09

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navçeya Dihê (Erûh) kamyonetekî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. Ji birîndaran halê 2 ji wan xedare. Li ser qezayê tîmên 112 an, tîmên cendirmeyan û polîsan çûne ciyê bûyerê.

Birîndaran birine nexweşxana dewletê ya Dihê û nexweşxana dewletê ya Sêrtê ya perwerde û lêkolînê. Li nexweşxanê Emine û Nefise Koçak jiyana xwe ji dest dan.

Halê 2 birîndarên dinan nexweşe.

Parve bike: