TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Dihokê dronek ket xwarê

Admin İ
Edîtor
📅 21 adar 2026 14:55

PeyamaKurd - Çavkaniyekî ewlehiyê ji ajansa Şefaq News re ragihand ku duh nîvê şevê (21ê Adara 2026an), droneke ku nasnameya wê hîn nehatiye tespîtkirin, li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ketiye xwarê.

Hat diyarkirin ku heta niha ne asta ziyanên rûdanê û ne jî armanca firîna vê dronê bi awayekî fermî nehatine zelalkirin. Rayedarên ewlehiyê li herêmê dest bi lêkolînan kir da ku hûrgiliyên bûyerê tespît bikin.

Ev rûdan di demekê de tê ku ji destpêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê (28ê Sibatê) vir ve, bajarên Herêma Kurdistanê bi berdewamî rastî êrîşên bi dron û mûşekan tên. Ketina vê dronê careke din fikarên li ser ewlehiya asmanî ya herêmê zêde kirin.

Parve bike: