TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li dijî operasyona 16ê Cotmehê dozgeriya Kurdistanê, wê dozê veke

Admin V
Nivîskar
📅 18 adar 2018 16:03

Îro meclisa bajarê Kerkûkê wê li Hewlêrê, bûyerên 16 Cotmehê guftûgo bikin.

Hat ragihandin ku îro meclisa bajarê Kerkûkê tevî serok û hemî encamên meclisa bajêr, wê li Hewlêrê civînekê li dar bixin û li ser bûyerên 16ê Cotmehê hinek danûstandinan bikin.

Li gorî daxuyaniyan, meclisa bajêr; dixwaze ku li dijî bûyerên 16 Cotmehê dozekê vekin û hemî sûcdarê 16ê Cotmehê darizînin.

Di 16ê Cotmeha sala 2017an de, artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şe’bîyê, bi alîkariya hin siyasetmedarê Kurdistanî, êrîşî bajarê Kerkûkê û Pêşmergeyan kirin û bajar vegirtin. Ji xeynî Kerkûkê jî hinek bajarên weke Tuz Hurmatû û Mexmûrê jî ji bin hukmê Kurdistanê derketin. Ji wê rojê heta niha li van bajaran operasyonên li dijî Kurdan nesekinîne.

Parve bike: