Kurdistan
Li Dîlokê du grûb pevçûn: 2 kustî ku yek ji wan polîse
PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Entab) di nav du grûban de şer derket û bi çekan lihev xistin. Di encamê de polîsekî ku di îzna xwe de bû û sîvîlekî hatin kuştin û kesekî jî giran birîndar bû. Bûyer li navça Şahinbey li taxa Guneşê çêbû.
Her dû grûb li ser mijara avêtina gilêşê pevçûn, bûyerê mezin kirin heya dest avêtin çekên xwe. Di serî de li ciyê bûyerê kesekî tê kuştin û yên birîndar bi ambûlansan dibin nexweşxanan. Polîsê bi navê Halil İbrahim Kuş li nexweşxanê can dide. Ali Çekiç jî di encamê de can dide lê rewşa kesê bi navê Mehmet Ali Kuş xweş nîne.
Li ciyê bûyerê tedbîrên ewlehiyê bi zêdayî hatin sitendin.