TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekir êrîsê xala kontrolê kir

PeyamaKurd
Edîtor
📅 14 sibat 2018 04:07

Walîtiya bajarê Diyarbekir ragihand ku li Diyarbekirê îro berêvarê bi bombeya destan êrîşek bi ser xala kontrolê ya polîsan de hatiye kirin.

Li gor zanyariyên Walîtiyê êrîş li xala kontrolê ya polîsan a nêzîkî avahiya AK Partiyê ya Diyarbekirê hatiye kirin ku di encamê de ti ziyaneke canî derneketiye.

Hat diyarkirin ku bombeya destçêkirî ya di nav îskanekê de hatiye bicihkirin, bihêz neteqiyaye, lewma jî ziyaneke cidî çênebûye.

Piştî bûyerê tîmên dijîterorê lêkolîn li cihê bûyerê pêkanîn û ji bo desteserkirina êrîşkaran li deverê operasyon dane destpêkirin.

Parve bike: