Kurdistan
Li Diyarbekirê 2 malbat bi hev ketin, 11 kes birîndar bûn
PeyamaKurd-Li Bakûrê Kurdistanê, li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, 2 malbat pevçûn. Di encama pevçûnê de 11 kes birîndar bûn, rewşa 3 ji wan birîndaran giran e.
Li navçeya Farqînê, li Gundê Çîçika, malbatên Munar û Atag li ser erd û zeviyan bi hev ketin û bi çekan, kêr û keviran êrîşî hev kirin. Li ser agahdarkirina şêniyên deverê, tîmên tenduristiyê û jenderme hatin cihê bûyerê. Birîndar ji bo Nexweşxaneya Farqînê hatin veguhestin û di derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo ku bûyer car din rû nede, li herêmê bergirên ewlehiyê yên leşkerî hatine girtin.