TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê bi çekan PTT ê sêlandin

Admin M
Nivîskar
📅 18 sibat 2022 03:23

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê, li navça Peyasê li PTT a ku li kolana Firatê ye, hat şêlandin. Li gor ragihandina DHA yê; yek jê bi tivinga pompeyî û 2 kesên bi demançe ku li rûyê wan maske hebûn, ketin avahiya PTT ê û 20 hezar perê Tirkiyê hilanîn û reviyan.

Bûyer ber destê êvarê nêzî ku karê fermî yê PTT ê biqede çêbû. Di avahiya PTT ê de yek karkerekî hebû. Karkerê PTT ê polîsan agahdar kir û tîmên polîsan çûn ciyê bûyerê. Polîs li kamerayên ciyê kar temaşe kirin.

Ji bo kesên bankayê şêlandine, rêvebiriya asayîşa giştî ya bajêr û rêvebiriya asayîşa navça Peyasê dest bi xebatê kirin.

Polîs çûnûhata PTT ê girtin û dest bi lêgerîna şopa tiliyan kirin.

Parve bike: