TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê di êrîsê de polîsekî hat kustin

Admin M
Nivîskar
📅 30 gulan 2020 21:32

PeyamaKurd- Li navenda bajarê Diyarbekirê li navçeya Reza di êrîşekî de polîsekî birîndar bû û tîmên 112 ê wî bi ambûlansê  birin nexweşxaneyekî taybet. Li nexweşxanê doktoran mudaxele kir lê polîs jiyana xwe ji dest da. Cenazê polîs bo otopsiyê birin nexweşxaneya Selahaddînî Eyyûbî. Li gor agahiyê; bûyer li navçeya Reza (Bağlar) li taxa 5 Nîsanê çêbû. Polîs pêşî ji yekî guman kiriye û xwestiye ku raweste lê gumanbar bi sîlih li polîs daye.

Tîmên taybet yên polîsan dest bi operasyonê kirine û ji hewa de helikopter destekê didin operasyonê. Kesê êrîşker ji kamerayên Mobese hatiye taqîbkirin, li serê T-Sortekî sipî heye û navê wî A.P. ye.

Parve bike: