Kurdistan
Li Diyarbekirê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarokê Pasûrê yê Diyarbekirê, bi hêza 3.3 pileyên Rîxter erdhejek çêbû.
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Peymangeha Lêkolînên Erdhejan (Kandîllî) ve hatine belavkirin, erdhej piştî nîveşeva derbasbûyî û di saet 0:41 de li bajarokê Pasûra Diyarbekirê çêbûye.
Navenda erdhejê, Taxa Îslamkoy a Pasûrê ye û bi kûrahiya 5 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Hat diyarkirin, di encama erdhejê de tu zerar çênebûne.