TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê hunermend Sarya Ertas jî di nav de herî kêm 4 kes hatin desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2022 16:29

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê di saetên serê sibehê de polîsan girtin ser malan û hunermend Sarya Ertaş jî di nav de herî kêm 4 kes desteser kirin. 

Li gor zanyariya, polîsan li Diyarbekirê serê sibehê girtin ser gelek malan û di serdegirtinan de hunermend Sarya Ertaş, Zîlan Dag, Berdan Çelîk û Mazlûm Kardaş desteser kirin.

Hat zanîn ku kesên ku sedemê desteserkirina wan nehate zanîn, li miduriyeta polîsan tên ragirtin û dibe ku hejmara desteserkiran zêde bibe. 

Parve bike: