Kurdistan
Li Diyarbekirê ji bo rojekê her cûre çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Parêzgariya Diyarbekirê ji bo roja 9ê Cotmehê ango salvegera derketina Abdullah Ocalan ji Sûriyê, hemû cûre çalakî û xwepêşandan qedexe kirin.
Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li Diyarbekirê di 9ê Cotmehê de hemû cure çalakî hatine qedexekirin.
Hate ragihandin ku wê qedexe îro 8ê Cotmehê li demjimêr 00.01ê dest pê bike û heta 23.59ê 9ê Cotmehê bi dawî dibe.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, dibe ku li kuçe û kolanan û deverên vekirî çalakiyên wek kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, belavkirina belavokan, mangirtin, çalakiya rûniştinê, vedana konan, hilawistina pankartan werin lidarxistin û wê destûr bo wan neyê dayîn.