Kurdistan
Li Diyarbekirê operasyona rehîneyan: 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Yenîşehîr a bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, kesekî malbateke 4 kesî di mala wan de rehîn girt ku tîmên taybet ên polîsên Diyarbekir operasyon li ser wê malê pêk anî.
Hat ragihandin ku bûyer îro danê sibehê rû daye û şêniyên taxê yên ku dengê qêrîn û çekan kirine hêzên ewlekariyê agahdar kirine û piştre ji aliyê hêzên taybet ve operasyon li ser wê malê hatiye kirin.
Li gorî zanyariyên dawî di encama operasyona hêzên ewlekariyê de, 5 kes ji wê malê hatine derxistin ku du ji wan birîndar bûne.
Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û lêkolînên li wê mala ku malbatek rehîn hatibû girtin berdewam dikin.
Hîn nehatiye zanîn bê sedema ku malbat hatiye rehîn girtin çi ye.