Kurdistan
Li Diyarbekirê polîs di otomobîlekî de 16 koçberên qaçax girt
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê piştî şopandina otomobîlekî, hat rawestandin û di otomobîlê de 16 koçberên qaçax hatin dîtin. Her weha 3 koçber bi xwe jî ji ber nebûna cîh di otomobîlê de, wan xistibûn bagaja otomobîlê. Opreasyon ji aliyê tîmên têkoşîna bi koçberiyê ya bi ser rêvebiriya asayîşa Diyarbekirê de hat kirin.
Piştî desteserkirina koçberan, wan birin navenda asayîşa polîsan. Niha karê asayîşê yê li ser temamkirina ewraqên koçberan dewam dike.