TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê qedexe hat ragihandin

Admin S
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2018 15:12

PeyamaKurd - Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku li 2 mehele û 5 mezreyan bi hinceta pêkanîna operasyonên li dijî PKKê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hat gotin ku qedexeyê li demjimêr 06:00ê îro 26ê Kanûnê dest pê kiriye û dê heta ragihandineke din berdewam bike.

Cihê ku qedexe lê hatiye ragihandin deverên çiyayî yên navçeya Licê û çend gundên dorûberê ne ku operasyonên leşkerî li wan deveran didomin.

Parve bike: